25 April 2025 - 21:58
"Giringiya dûr man ji kesên ku rastiyan di nêrîna mirovan de serobero dikin."

"Kesên ku rastiyan di nêrîna mirovan de serobero dikin, gelekî dişibin sîrabê. Emîrê Mûminan Îmam Elî (s.x) bi taybetî li ser vê mijarê xwe daniye û gotiye ku derewker dûr nêzîk û nêzîk jî dûr dikin."

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-"Mezinahî û giringîya Nehcul Belaxê ne tenê ji aliyê zanyarên misilman û ramangeran ve, belkî ji derveyî dîn û mezhebê jî bala nemisilmanan kişandiye. Kesên mezin di serdemên cuda de li ser Nehcûl Belaxa nerînên xweya taybet îfade kirine. Pirtûkeke ku ne tenê ji bo Şiî û misilmanan e, belkî qaîde û qanûnên mirovahiyê dihewîne û ji bo jiyana çêtir a mirovahiyê hatiye amadekirin.  
Nehcul Belaxa, ku berhemek ji axaftin û nameyên Emîrê Mûminan Elî (s.x) e, ji ber naverokên siyasî û hikmetên bingehîn ên siyasetê yên Îslamê, bûye çavkaniyeke giring.  
Mîrzayê Şîrazî û Mihemed Abduh ji pêşengên baldarîya Nehcul Belaxa ne. Di Şoreşa Meşrûtiyetê de Nehcûl Belaxa roleke serekî lîst. Ev rol di pirtûka girîng *Tenbîhul Umet û Tenzîhul Millet* ya Ayetullah Nayînî de xuya ye. Ayetullah Murtaza Mutahharî di pirtûka xwe *Nehzatên Îslamî di 100 Salên Dawî* de dibêje: 'Rast e ku şirovekirina tevgera tewhîdê ya pratîk, civakî û siyasî ya Îslamê, bi awayekî baş û bi delîlên qewî ji Quran û Nehcul Belaxa, tenê ji aliyê zanyarê mezin Mîrza Mihemed Huseyn Nayînî di pirtûka wî ya biha *Tenbîhul Umet û Tenzîhul Millet* de hatiye kirin.'  
Baldariya nû ji Nehcûl Belaxa di destpêka dehê 40-ên Şemsî, bi destpêka Tevgera Îslamî û bi tekezên Îmam Xomeynî û hewlên ramangerên wek Ayetullah Taleqanî, Ayetullah Xameneyî, Şehîd Mutahharî, Mihemed Reza Hekîmî, Mihemed Teqî Şerîetî û Elî Şerîetî, ji bo girtina hikmetên siyasî yên Îslamê ji Nehcul Belaxa hatine bikaranîn.  
Gotina Emîrê Mûminan Elî ji kurê xwe Hesen (silaven  Xweda liwanbin):  یَا بُنَیَّ احْفَظْ عَنِّی أَرْبَعاً وَ أَرْبَعاً، لَا یَضُرُّکَ مَا عَمِلْتَ مَعَهُنَّ: إِنَّ أَغْنَی الْغِنَی الْعَقْلُ، وَ أَکْبَرَ الْفَقْرِ الْحُمْقُ، وَ أَوْحَشَ الْوَحْشَةِ الْعُجْبُ، وَ أَکْرَمَ الْحَسَبِ حُسْنُ الْخُلُقِ.یَا بُنَیَّ إِیَّاکَ وَ مُصَادَقَةَ الْأَحْمَقِ، فَإِنَّهُ یُرِیدُ أَنْ یَنْفَعَکَ فَیَضُرُّکَ؛ وَ إِیَّاکَ وَ مُصَادَقَةَ الْبَخِیلِ، فَإِنَّهُ یَقْعُدُ عَنْکَ أَحْوَجَ مَا تَکُونُ إِلَیْهِ؛ وَ إِیَّاکَ وَ مُصَادَقَةَ الْفَاجِرِ، فَإِنَّهُ یَبِیعُکَ بِالتَّافِهِ؛ وَ إِیَّاکَ وَ مُصَادَقَةَ الْکَذَّابِ، فَإِنَّهُ کَالسَّرَابِ یُقَرِّبُ عَلَیْکَ الْبَعِیدَ وَ یُبَعِّدُ عَلَیْکَ الْقَرِیبَ.
*"Ey kurê min! Çar tişt ji min bigre:  
Dewlemendiya herî mezin aqil e. 1.  
2. Feqîriya herî mezin bêaqilî ye.  
3. Tenêbûna herî xerab xwepoşîtî ye.  
4. Hêja bûna herî baş xûyê baş e.  
Ey kurê min! Ji hevaltiya bêaqilan dûr bike, ji ber ku ew dixwaze sûdê bide te lê zerarê dike. Ji hevaltiya çikûsan dûr bike, ji ber ku di dema herî pêdiviya te de te terk dike. Ji hevaltiya bedkarên bêexlaq dûr bike, ji ber ku te bi tiştekê bêqîmet difiroşe. Ji hevaltiya derewkeran dûr bike, ji ber ku ew wek sîrabê ye: dûr nêzîk û nêzîk jî dûr dike."*  
Şiroveya Ayetullah Mekarim Şîrazî:  «إِنْ کُنْتَ کَاذِباً فَضَرَبَکَ اللَّهُ بِهَا بَیْضَاءَ لَامِعَةً لَا تُوَارِیهَا الْعِمَامَةُ»
"Derewker, çi ji ber bêexlaqî û kêmbûna baweriyê be çi ji ber mifadariyên zû-derbas, hevaltiya wî xeter e. Carinan ew bi derewan rastî wek nelirê nîşan dide û firsendên te winda dike. Wek sîrabê, dûr nêzîk û nêzîk dûr dike. Emîrê Mûminan Îmam Elî (s.x) bi taybetî li ser vê tiştê disekine."  
Nêrîna Hocet ul Îslam. Hemîd Riza Mehdawî Erfê (Lêkolînerê Nehcul Belaxê):  
"Emîrê Mûminan Îmam Elî (s.x) ji bo derewê encamên xirab şirove dike: «إِنْ کُنْتَ کَاذِباً فَضَرَبَکَ اللَّهُ بِهَا بَیْضَاءَ لَامِعَةً لَا تُوَارِیهَا الْعِمَامَةُ»

- Di dema Cenga Cemelê de, Enes bin Malik ji bo xapandinê ji hêla Elî (s.x) ve hate nefirîn û piştî wê nexweşiyek spî li ser rûyê wî derket.  
- Di Xutbeya 187 de, Îmam Elî (s.x) dibêje: «تَکْذِبُونَ مِنْ غَیْرِ إِحْرَاجٍ»؛ 'Dê rojek were ku mirov bêyî hewceyî derew dibêjin.'  
- Di Xutbeya 108 de tê gotin: «غَارَ الصِّدْقُ وَ فَاضَ الْکَذِبُ» 'Mirov ji ber derewê hev dixebitin û ji ber rastiyê hev ditirsin. Rastî kêm û derew belav dibe.'  
- Di Xutbeya 192 de tê gotin: «وَلا تُحَدِّثِ النّاسَ بِکُلِّ ما سَمِعْتَ بِهِ»؛ 'Her tiştê ku dibihîzî, ji mirovan re nebeje. Ji ber ku ev xwe bi xwe têra derewê ye.'"  
 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha